Kayıtlar

2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Qezî

1 Zar ê  di me rabûn.  “Li lo ez tebreka bin ê  ning ê n we bim.” 2 Art êşa mirinê hat, bi fermanek: Ûzbaşî go, “Ji v ê  doz ê  veger.”  Bînbaşî go,  “Ji doz ê  veger!” General go,  “Veger!” General teqawit bu. Binbaşî jî. Ûzbaşî jî. Ew teqawit bûn ez mirim.  3 Yek ferman da yekî Yekî çek da dest yekî Yekî gule barand Em mirin.  (Kes nikare ten ê  bimre. Ez ku mirim, parîkî tu jî dimirî. Tu belkî xwe ji kuştina xwe xelas dik ê  l ê  tu nikar ê  xwe ji mirin ê  xelas bik ê… )  4 Ez mirim.  Ez kirim çalan.  Ez xwelî me niha.  Kolek xwelî.  Xweliya ser ê  te me.  Xweliya min e li ser ê  te ve dadiweşînin.  Ez xwelî me bin nîng ên  te de L ê qeziya min û te yek e, hînê… 5 Biray ê  xwe re bib ê jim, xenga xwe re bib ê jim. Ber ê  ez mirim, niha jî ew ê  qeziya min dimire. Qezî ne ten ê dengê min e, q ezî çav ê n min in, qezî nîng ê n min in.   R ê ya min e qezî. Qezî asoy ê  min e.  Ez ku winda bûm hun ê  xweliy ê  bi

Seba Heskîfê

Resim
Siya dinê  îro çi qas giran e! Bin taveke cemidî  Kûsiyê tarixê wergerandine ser piştê Heskîf nûxuriya tarixê ne bû ku îro dixendiqînin? Kanê gemiya te li kû ma Nûh?  Nûh, em çima ji vê lesarê xelas bin? Ava dinê îro çi qas giran e! Dinê li me kirine aş Me dihêrin, kevirên bajarê di me dihêrin Av berdane ser qubeyan, minare dizîne Çerxek agirîn digerînin Zimane me nagere ku em bibêjin agir çiye av çiye -Ev çiye silav dide ji çiyan?  -Çeqçeqa mirinê ye! -Ev çiye dibare ji êsmîn? -Xwêya hêstira me ye! Em li zimanê xwe digerin Bi zimanekî biyanî  Em ji xwe direvin Bi çavên girtî  Siya dinê îro çi qas giran e!

Şeva Neçûyî

Şevek Tenê şevek me hebû Wek her şevê Şeva ku carek din nayê  Me re gotin ev bes e bo kilamek nû Kilamek bo şeva çuyî  Bo şeva têyî kilamek Şeva ku qet naçe Û nayê De bistre kilê, de bistre kekê Kilam belkî kevn e lê gotina te nû be ev bes e Ku va şeva careke din nayê Roj helat Çermê me ye  Roj Yek ziwa dibe dadiweşe ji ser me Yek dora laşê me digire Lê şev qet naçe Şeva dî min meyt ê  xwe helanî Kes nehat ser min Pîreka çav tarî Bi kêrek tûj Çalek veda Ez ketim Wê çalê Pîrê got Zimanê te gorna te ye

Kilama Melekê

Goşt ê min  Ji xweliya bin nîngê melekek e Tozê stêrkan e  Goştê min (Min dixwast nav xweliya bin nîngê wê melekê de razêm şevekî û şevekî din û şevekî dî… Yê ku şev nediye roj hîç nediye, ne?) Ez di xewna melekek de heşar bûbûm rojekî Ten ê rojek min bû ev jî ev roj bû Ev çend salin ku dikim  Dîsa li ser birûy ê n melekek de rakevim (Laş ê min li tozê rojan ve qeliviye lê ez naxwazim bimrim wisa) Nizanim çend sal rabirtin Ne dikanim raz êm ne dikanim heşar bim Çi xewnek kûr bu Xwad ê Min çi kir çi nekir nezanî rêya meleka xwe  dirust kim (Min nezanî ku xewa melekan tune ye. Min nezanî ku ez di xewnek b ê xew de me. Ez çawa bi nezanîna xwe werim ber deriyê te?) Ax a me yek e.  Cesedê min  dardakin  li ser bijangên te. 

Rêwîtiya Dûr

Em hîn ê  ji mal derneketibun r ê wîtiya me dest p ê  kiribû. Me nedizaniya ku em diçin l ê  me dest p ê  çuyine kiribû. Me dîl da. Me dîl da û em rê ve ketin.  Em hîn ê ji mal derneketibûn rêwîtî dest pê kir. Rêwîtiya me. Berî her tiştî zimanê me dest pê guherinê kir, tu ku dipirsî. Wekî dest pê kirina guherina axê, hewayê, agirê û avê. Me nedizaniya ku em diguherin l ê me dest pê guherinê kiribû. Li vê rê de giran giran em her yek dibûn yekî dî. Mal ê di me heldiweşiyan. Aqlê di me. Perestîşgehên me. Bîrdarên me. Bîrdarên hundirên me, derveyî me. Heldiweşiyan. Me digo gelo va reya r êkî çi xweş e!  Niha, dahol ê rojan  navê di me dimale ji rupelê bîran di dil de  fîz û fîz in kilamê di jiyan gava ku çem ê şevê  hêşa me dixendiqand me çav dikir ku êdî em bigîhîjin jiyaneke nû! em berê ji kincê di xwe xelas bûn, paşê em ji navê di xwe xelas bûn, me nedizaniya ku em ji zimanê xwe jî xelas dibin, lê me digo em ji qedera xwe xelas bin!  Gotin n

Çeto bira!

Seba xatir ê  Çetin Kılınç Kî me hanî û danî nav Stenbol ê  Çeto? Em merûy ên hev bûn, me nekanî bibinê hevalê  d i hev jî Çeto. Va bajara dinê  ne merûtî dizane ne jî hevaltî Çeto.  Çeto bira ez nizanim ji te re çi bibêjim? Te mirin ji kuderê derxist danî nav min û te Çeto, bira! Em hev re seba Alîşer û Zerîfe gîriyanê lê  me nezanî kîjan r ê  r êya wan e Çeto. Ev bo jiyanek serazad mirin, me bo mirinê jiyana xwe ji desten xwe avet ser sêrgûyan Çeto.  Ez nayem ser mezela te Çeto. Bijang ên te nûra çavê  di te girtine bin koz ê , min bîhîst. Ez çitan xeliy ê  bav êjim ser çav û can û cesedê  te? Te negot em ê an  hev re herin ê  bihûşta din ê ya azad an jî hev re bimirinê,  Çeto? Te çima qeziya xwe xwar Çeto bira? Çeto bira, ez nab êm de were. Min rind zanî, ê  ku çû qet nay ê. Tu dizanî Hesret çû. Cemal çû. Baba çû. Heval û hogirê di min û te çûn. Kes nehat.  Em berx ê  di ber komekî bûn. Felek a  xayîn wekî gûr ê  har ket nav me hûr hûr tev da. Hesret çongir li dest çû. Cemal rû

Miriyê ku gorna xwe dixwaze

Ez hatim kuştin l ê  nemirim. Hîn ê  nemirim.  Kuştina min zordarî bû l ê mirina min mexduriyet nîne. Hun ber min nekevin. Min ra mezelek çêkin. Lê bigerin û gorna min bibînin. Mezela min çêkin. Ez li pê heyf û tol a xwe jî nînime. Pê welatê me bikevin, pê azadî û serbixweyî ya welêt bikevin, ne li pê heyf û tol a min.  Ji hêlikî ve ez tev welat bûm, tev ta û guliyên welat, tev têr û tûrên welat, tev av û axa welat, tev ronî û tariya welat. Çi heye, ez naxwazim ku welat bibe gorna min lê bibe bêşîka law û qîzên me, keç û xortên me. Loma hunê mezela min bibinin.  Ez mirîye bêgorn im. Heta ku we şunda mezela min dît, ber min nekevin, ber xwe bikevin.  Metirsin. Tirsa mirin ê kesî ji mirinê xelas nake. Ez hatim kuştin lê hînê nemirim. Ji kerema xwe re gorna min bibînin ku ez bimirim. Paşê ez xatira xwe ji we dixwazim, heqê xwe ji we re helal dikim. Lê niha ez hînê nemirime, seba mirina xwe ez li benda we me. Ez li benda we me, seba jiyana we. Seba azadî. Seba serbix

Gulbanga Serê Sibê

“Ya melekê di serê sibê!” Bavo, eceb tu di xewna xwe de çi dibînî niha? Çend sal bû nizanim ku min ji devê kesî va gulbanga nebîhîst. Ya melekê di serê sibê win li kuderê ne? We em cîhiştin an me xwe ji we dûr xist? Xeynî di nav xewnên giran, ne em qala we dikin ne jî win xwe ji me ra xuya dikin.  -- “Va şeva dîsa dirêj bu ne lawo?”  Wan rojana şevên me pir dirêj in. Em dikinê nakinê sibe nabe û bi me re wer xuya dike ku şev robiro dirêjtir dibin. Êdî şev dirêj in yan ro dirêj in min tevlihev kir. An jî belkî ro û şevên me tevlihev bûn. Çi dibe, çitan dibe, çima dibe fama min nagêşî ku ez ji we re deng bikim. Fama min, fama me robiro kêmtir dibe wan rojana. Canê me robiro tengtir dibe. Herê, wer dibe, nexweşî ku hat ne fam dimîne ne haş ne jî hedûr. Şev dirêj dibin, ro dirêj dibin, saet dirêj dibin, fam kêm dibe, heş winda dibe, can teng dibe. Herd û êzmîn teng dibin. Velhasıl niha ro teng û dirêj e. Şev teng û dirêj e. Fam kêm e. Can teng e. Hedûr tune ye.  -- Îşe

Ro Dolab e: Birçîtî, Feqîrî u Mirin.

Resim
Hunermendê hêja Cîhan Çelîk, ji Qoçgîrî gelek keleporên çandî berhev kir û hînê jî dike. Hisaba wî ya li ser Youtube’ê gencîneyeke pir bi qîmet e. Cîhan Çelîk di 24ê gicugê de vîdyo ya berheveke nû danî hisaba xwe. Navê vîdyoyê “Dayê Birçî Me” ye. Ew nava ku berhevkar bijartiye ne navek şaş e, lê varyantên din bi navên “Dolaba Dinê” û “Ro Dolab E” min bîhîstî bû. Di vî nîvîsê de jî ez navê “Ro Dolab e” tercîh dikim. Ez dixwazim li ser vî “çîrok”a herî balkeş de dû sê têbîniyên xwe berpêş kim. Berî her tiştî ez dixwazim li ser forma vî “çîrok”a xweser parîkî biskinim. Ji serî heta binî ew hevpeyvînek e. Bi “diyalog”an ve çê bûye. Tenê bi hevpeyvînan çîrok gotin taybetiyek wêje ya Qoçgîrîyê ye. Li cem formên din, bi forma hevpeyvînê xêllik çîrok hene. “Ro Dolab e” jî yek ji wan e. Di vî çîrokê de dayikek û lawikek hev re dipeyîvin. Bi du qeziyên pêşinî de mijara sereke yê çîrokê xuya dbe. Lawik birçiye, dê dixwazî wî haş bike. Yanê meseleya bingehîna çîroka me kêmberî ye, x

Bo Zülküf

Me ewqas mirî dît ku, em ewqas mirin ku, mirin çiye me ji bîr kir. Kê gotibû mîrov ber bi mirinê ve ye? Em her roj dimirin. Mirin her tim ba me ye, ber bi me ve tê. Pîrê min! Mîrê min! Te digot, ji qaziyê dinê em nayen pirsînê! Lê em qet nepirsin, xençer di dest de çima pê kezeba me digere? Me carek din zanî, derdê me tunebûna me nîne, hebûna me ye…

Giliya Miriyek

Min kir bin tavekî zûve mirî de xwe germ bikim. Çermê xwe. Hestiyên xwe. Êşa xwe. Ez niha vegeriyam hatim ji xwe helanînê. Hogir ku min jê xwast xeliyê bavêjin ser min dikin min ji vê çalê derxinin. Şunda min pir rind bû qe pê nezanîn. Wan ez derxistim. Li ser maseya otopsiyê de fîtikek dişewitî, fîtikek ku tê de tavek mirî dibiriqî. Li çi digerin? Li birînan digerin, birînên ku bi destên min hatine vekirin. Min nekanî ku bibêm bira dev ji lê gerînê berdin, ez bi şînim. Şîna xwe nagirim na, ne şîna mirina xwe ne jî şîna jiyana xwe. Ez şîna şînê digirim. Min mirekeba reş li xwe kiriye, nav pelûgan de dimeşim. Bi destekî navê xwe dinîvisim, bi desetkekî din jêdibirim. Ez nikarim devê xwe vekim, paşê min dikujin. Ez nikarim bêdeng biskinim, paşê ez dimirim.  Zimanê min mor a eniya min e, win ku dixwazin li min xinin ji eniya min de lêxinin. Ez sê caran mirim, careke jî bi destên we bimirim.