Kayıtlar

2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Tava Miriyan

  1 Ez miribûm l ê  mirî nebûm.    Min kir bin tavekî zûve mirî de xwe germ kim. Çermê xwe. Hestiyên xwe. Êşa xwe. Êşa dil,  êşa m êjû,  êşa kezeb.  Hestî û çerm ê’d min wek cemed in; dil, m êjû û kezeb ê'd  min tijî agirin bin berfa pîrik ê da. Êşa min wek pîzota komirr tîn dide der dora xwe. Êşa miriyan tava zindiyan e.    Ez niha vegeriyam hatim ji xwe helanînê. Hogir ku min jê xwast xeliyê bavêjin ser min, niha dikin min ji vê çalê derxinin. Şunda min pir rind e, qe pê nizanin.    -         Li'lo qa min bi ziman ê xwe gorna xwe vekir, win çima min jê derdixinin?   2   Wan ez derxistim. Li ser maseya otopsiyê da fîtikek dişewite, fîtikek ku tê da tavek mirî dibiriqe. Gelo ew li çi digerin? Li birînan digerin, birînên ku bi destên xwe vekirine, birîn ên ku bi destên  min hatine vekirin.  Min nekanî ku bibêjim, birano dev ji lê gerînê berdin, ez bi şîn im. Şîna xwe nagirim na, ne şîna mirina xwe ne jî şîna jiyana xwe. Ez şîna şînê digirim. Min mirekeba reş li serê xwe da rijan

Kilama Sê Dem

1  İro:  Teyrek diqîrrê. Li jor  marek  li wistî piçiye  ser ewrên sipî  (Demek çi nêzik e, qet nayê bîra me!)  2  Duh:  Gayek diqurriya. Li jêr  gîsinek li sing  bin erdên reş  (Demek çi dûr e, qet ji bîra me naçe!)  3  Sibe:  Teyr dike bifire  Ga dike rabe  Mar û gîsin dikin  Ka bidewisînin postê me, devê me bidurin bi derzî û benda xişima te.  Tu kî yî?  Tu dijmin î. Dijminê dema borî, dijminê dema niha û dijminê dema têyî. Tu dijmin î, li ser ewran, li bin erdê, li rûye nîştîman. Her sê der yek e bo te, her sê dem yek e. Tu dijmin î.  De lo lo  De lê lê

Rûnivîs

                              Bo Selîm Temo û  herdu Cemalan   1 Ez dergûş a  ziman ê xwe bûm, dergûşek di dergûşa zimên da. Gurifa reş xewa min dipêçîya gurifa sipî heşa min. Ez xewnek bûm di xewa dinê da. Roj û şev li rûyê dayika min da didan pê hev. Min şîrê mangeya kadizê dimît ji çiçikên êzmîn, şîrê stêrkan ji gûsterkên şevê, şîrê lavînên serê sibê, şîrê kilamên bayê gazan.      2 Bi sîya tifingan ve ketin heyata xênî. Zarokek li ser şêmûga dêrî dilalijîya, enî bi tenî. Sal sala ar barandina çiyayêd me bû. Sala xwelî weşandina ser serê me.  Sal û zeman nema bû. Got, “Asmen ra roz vînato.”     3 Em kirin rêyeke. Bin sîya tifingan da “Kutîyên berîya tarîxê diewtîyan.” Destara dinê li ser me fireh digerîya. Roj û şev diketin tev hev. Di paşila zimanê xwe da ketibûm xewê, di nav tora zimaneke qurbetî da heşar bûm. Gotin, jana laş diçe êşa dil dimîne.     4 Min her dil kir binivîsim, pênûsa min jêbir.  Karê pênusê ye jêbirin.  Mirekeba mirinê ji kûzê jîyanê dirije. Rêçên temen dimîne l