Kayıtlar

Şîna Masiyê Zîlan

Resim
Derede tamamen imha edildim  Derede tamamen  İmha    Mahi           oldum ben de  Derede  Tamam    Ez masiyê Zîlan im  Ji hestiyên xwe  Dîsa hatim  Ber çavên te    De dîsa bikuj  Duh mirim  Îro dimirim    Lê sibe  Dîsa têm  Çavên miriyên xwe    Ez masiyê Zîlan im  Namirim bi kuştina te  

İlk Türkçe 1 Mayıs şiiri ve proleter şaire Yaşar Nezihe

Resim
Yıl 1923, aylardan mayıs. İstanbul 1. Dünya Savaşı'nın galiplerinin işgali altında. Aydınlık dergisinin o ayki sayısının kapak sayfasında bir şiir yer alır. Bir marş? Besteleyen olursa neden olmasın? " 1 Mayıs İçin " başlığıyla, doğrudan işçiye seslenen marşın imzası Yaşar Nezihe'ye ait. O vakit 41 yaşındadır. O yıl tütün, askeri fabrika, demiryolu, fırın, tramvay, telefon, tünel, gazhane işçileri 1 Mayıs'ı sokakta kutladılar. Sekiz saatlik çalışma süresi, hafta tatili ve sendika-grev hakkı talep eden pankartlar taşındı; ki aynı haklar için 101 yıl sonra bugün bile sokakları doldurmak gerek. Esasen 1919'dan itibaren her yıl kutlandı 1 Mayıs, hem işçi örgütlerinin yoğun emeği vardı bu kutlamaların altında hem de işgal karşıtı duyguların da dile getirildiği bağımsızlık mitinglerine dönüşüyordu her seferinde. En dikkat çekeni 1922 1 Mayısı oldu. Yaşar Nezihe'nin şiirindeki eylemlerin etkisine yönelik vurgu hem önceki dört yılın başarılarına bir atıftı hem de ...

Tava Miriyan

  1 Ez miribûm l ê  mirî nebûm.    Min kir bin tavekî zûve mirî de xwe germ kim. Çermê xwe. Hestiyên xwe. Êşa xwe. Êşa dil,  êşa m êjû,  êşa kezeb.  Hestî û çerm ê’d min wek cemed in; dil, m êjû û kezeb ê'd  min tijî agirin bin berfa pîrik ê da. Êşa min wek pîzota komirr tîn dide der dora xwe. Êşa miriyan tava zindiyan e.    Ez niha vegeriyam hatim ji xwe helanînê. Hogir ku min jê xwast xeliyê bavêjin ser min, niha dikin min ji vê çalê derxinin. Şunda min pir rind e, qe pê nizanin.    -         Li'lo qa min bi ziman ê xwe gorna xwe vekir, win çima min jê derdixinin?   2   Wan ez derxistim. Li ser maseya otopsiyê da fîtikek dişewite, fîtikek ku tê da tavek mirî dibiriqe. Gelo ew li çi digerin? Li birînan digerin, birînên ku bi destên xwe vekirine, birîn ên ku bi destên  min hatine vekirin.  Min nekanî ku bibêjim, birano dev ji lê gerînê berdin, ez bi şîn im. Şîna xwe na...

Kilama Sê Dem

1  İro:  Teyrek diqîrrê. Li jor  marek  li wistî piçiye  ser ewrên sipî  (Demek çi nêzik e, qet nayê bîra me!)  2  Duh:  Gayek diqurriya. Li jêr  gîsinek li sing  bin erdên reş  (Demek çi dûr e, qet ji bîra me naçe!)  3  Sibe:  Teyr dike bifire  Ga dike rabe  Mar û gîsin dikin  Ka bidewisînin postê me, devê me bidurin bi derzî û benda xişima te.  Tu kî yî?  Tu dijmin î. Dijminê dema borî, dijminê dema niha û dijminê dema têyî. Tu dijmin î, li ser ewran, li bin erdê, li rûye nîştîman. Her sê der yek e bo te, her sê dem yek e. Tu dijmin î.  De lo lo  De lê lê

Rûnivîs

                              Bo Selîm Temo û  herdu Cemalan   1 Ez dergûş a  ziman ê xwe bûm, dergûşek di dergûşa zimên da. Gurifa reş xewa min dipêçîya gurifa sipî heşa min. Ez xewnek bûm di xewa dinê da. Roj û şev li rûyê dayika min da didan pê hev. Min şîrê mangeya kadizê dimît ji çiçikên êzmîn, şîrê stêrkan ji gûsterkên şevê, şîrê lavînên serê sibê, şîrê kilamên bayê gazan.      2 Bi sîya tifingan ve ketin heyata xênî. Zarokek li ser şêmûga dêrî dilalijîya, enî bi tenî. Sal sala ar barandina çiyayêd me bû. Sala xwelî weşandina ser serê me.  Sal û zeman nema bû. Got, “Asmen ra roz vînato.”     3 Em kirin rêyeke. Bin sîya tifingan da “Kutîyên berîya tarîxê diewtîyan.” Destara dinê li ser me fireh digerîya. Roj û şev diketin tev hev. Di paşila zimanê xwe da ketibûm xewê, di nav tora zimaneke qurbetî da heşar bûm. Gotin, jana laş diçe êşa dil dimîne.     4 M...

Kûrahiya Sibê

Sîs û sipî ye sîs û spî                hespê mirinê  Tîrêjên rojê  Dav ê je ji pişta xwe  Sibe çiqas dûr e Size çiqas dûr        e     Reş û patî ye hespê jiyanê Reşpatî Bin piyên xwe de  Didewisîne  Tîrêjên rojê   Sibe çiqas dûr e!     Di demek bêhemdî de Tora xwe digerîne felek Li wistiyên me   Sibe çiqas dûr e!     Xubarê stêrkan Dadiweşe  Ji çavên melekek kwîr Li ser xewnên me de   Sibe çiqas dûr e!   Dikim Deriyê dilê xwe bigirim Bimirim bêdeng Dike  Zimanê min bifetisîne Zimanê min baweriya min e Sibe çiqas kûr e!

Tama Jiyanê

Ro çû Silavek j ê ma Bo kê ku bîhîst   (Îro hînê destpê nekiriye)   Şîr ê  şev ê Dimijim ez Ji çiçik ên tenêtiyê   (Demên nehatî kî dizane?)   Silava te  Wekî keriyek sêvê ket Ji devê kêrekî jengîn   (Çi tûj e tama jiyanê!)   Ez bi çarnîngî Ketim pê Ne kesek hat ne kesek dît   (Min bêdengiya şevê mît)   Di bîra min de  Zeytûnên çavên melekekî Diricifî   (Li ser lêvên min xeyalên destên te)