Kayıtlar

Rûnivîs

                              Bo Selîm Temo û  herdu Cemalan   1 Ez dergûş a  ziman ê xwe bûm, dergûşek di dergûşa zimên da. Gurifa reş xewa min dipêçîya gurifa sipî heşa min. Ez xewnek bûm di xewa dinê da. Roj û şev li rûyê dayika min da didan pê hev. Min şîrê mangeya kadizê dimît ji çiçikên êzmîn, şîrê stêrkan ji gûsterkên şevê, şîrê lavînên serê sibê, şîrê kilamên bayê gazan.      2 Bi sîya tifingan ve ketin heyata xênî. Zarokek li ser şêmûga dêrî dilalijîya, enî bi tenî. Sal sala ar barandina çiyayêd me bû. Sala xwelî weşandina ser serê me.  Sal û zeman nema bû. Got, “Asmen ra roz vînato.”     3 Em kirin rêyeke. Bin sîya tifingan da “Kutîyên berîya tarîxê diewtîyan.” Destara dinê li ser me fireh digerîya. Roj û şev diketin tev hev. Di paşila zimanê xwe da ketibûm xewê, di nav tora zimaneke qurbetî da heşar bûm. Gotin, jana laş diçe êşa dil dimîne.     4 M...

Kûrahiya Sibê

Sîs û sipî ye sîs û spî                hespê mirinê  Tîrêjên rojê  Dav ê je ji pişta xwe  Sibe çiqas dûr e Size çiqas dûr        e     Reş û patî ye hespê jiyanê Reşpatî Bin piyên xwe de  Didewisîne  Tîrêjên rojê   Sibe çiqas dûr e!     Di demek bêhemdî de Tora xwe digerîne felek Li wistiyên me   Sibe çiqas dûr e!     Xubarê stêrkan Dadiweşe  Ji çavên melekek kwîr Li ser xewnên me de   Sibe çiqas dûr e!   Dikim Deriyê dilê xwe bigirim Bimirim bêdeng Dike  Zimanê min bifetisîne Zimanê min baweriya min e Sibe çiqas kûr e!

Tama Jiyanê

Ro çû Silavek j ê ma Bo kê ku bîhîst   (Îro hînê destpê nekiriye)   Şîr ê  şev ê Dimijim ez Ji çiçik ên tenêtiyê   (Demên nehatî kî dizane?)   Silava te  Wekî keriyek sêvê ket Ji devê kêrekî jengîn   (Çi tûj e tama jiyanê!)   Ez bi çarnîngî Ketim pê Ne kesek hat ne kesek dît   (Min bêdengiya şevê mît)   Di bîra min de  Zeytûnên çavên melekekî Diricifî   (Li ser lêvên min xeyalên destên te)  

Ziyareta di xevnek bêxew de

  Bêhal e. Nikare li ser xwe biskine. Bes xuya dike, herd wî dêşîne.  Zivistan e. Her der berf e. Em di qata serî ya xaniyek bilind da ne. Di cil de ramediye. Nêzik dibim. Rûyê wî wekî dergûşeke xweşik e. “Va serma min ra rind hat” dibêje, “Ez dizewicim. Spiya berfê kincê bûkê ne.”   Bûya wî û nane wîyê çelê rast hev hatine. Ez parîkî bi hêrs dibêjim: “Va şaşiya kê ye?”  Dikene. Çextê ku rast xeletek dihat, dikeniya. Got, “Dev jê berde, roj ne roja pê xeletiyan ketinê ye. Here bavê min ra bibêje bila çela min paşda bavejî. Ewê berê bûya min çêbibe.”   Derdikevim pencereyê, xenga min li jêr, li tenga rê runiştiye. Devrûyên wê, porên wê spî bûne. Dibê, “Pir hewayek xweş e. Me hemûyan ra rind hat. Seyrê ke her tişt wekî berfê sîs û spî ye.”   Vedigerim. Dibişire. Li benda tişteke ye. Bawer dike ku hînê namirî. Hemîz dikim. Dibêje, “Ez serê xwe naşom da ku memirim.” Dîsa dibişire.    Dengê wî di guhê min de silav dide. Dibêm qet huş nebe.  Dibêje...

Kilamek ji Qoçgîrî

Resim
Tiyareyek hat tiyareya b ê  per e Ku dipirsin ya İsmet ê  Kerr e Dayk ê  heqîba esker ê  xwe bigir Hetani Enqerey ê  v ê  ra here Hewr ê  baran ê  t ê r û tijî Giran here mirekeba c ê ba te dirijî Tarifa kutana te dane min Min zanî ku ûzbaşî û çawîş te dikujî Bay ê  bakûr ê  hat dîwar helişand Barî baranek herd ê  nekişand Kutana ûzbaşî û çawîşan Mala kîriv ê  min şewitand (Berhevkar: Yusuf Zerî)

Seba Heskîfê II

Resim
Çavên we ronî be ez mirim Ez pêr mirim, şeva dî dîsa mirim, îro dîsa û sibe… Sibeya min mirineke pir dirêj e  Şûna lê megrîn seba Heskîfê Av berdan û ez xendiqandim Li ber çavên dinê! Ez deh hezar salî bûm Mirina min jî ewê deh hezar salan biçe Şûna lê megrîn seba Heskîfê Çavê di we ronî be Bila yê di min şêlû bimine Bin tasek ava genî de ---- Şûna lê: Di devoka Qoçgîrî de, bêhûde, beleheq, belesebeb, berheva, bêsebeb… http://utay-alidurantopuz.blogspot.com/2019/11/seba-heskife.html

Guftûgo

Gotibû, “Heger welatek min hebûna min qet xwe nedisipart pirtûk û p ê nûs û l ê nûsan.”  Gotin pirtûk çiye?  Got, pirtûk xweliya welat ê  min e. Gotin p ê nûs çiye? Got, p ê nûs gîsin û tevir û b ê r ê  min e.  Gotin l ê nûs çiye? Got, l ênûs  rûzemîn ê  welat ê min e .  Gotin tu çi dinivîsî?  Got, "Ez bi p ênûsê  xwe re gorneke vedidim. Hûn  ê li ser kevirê gorna min binivîsin: “ Xwedêyo! Tişt ê n ku te li ser eniya me nivîsand qet bixwe xwand?”