Kayıtlar

Kilamek ji Qoçgîrî

Resim
Tiyareyek hat tiyareya b ê  per e Ku dipirsin ya İsmet ê  Kerr e Dayk ê  heqîba esker ê  xwe bigir Hetani Enqerey ê  v ê  ra here Hewr ê  baran ê  t ê r û tijî Giran here mirekeba c ê ba te dirijî Tarifa kutana te dane min Min zanî ku ûzbaşî û çawîş te dikujî Bay ê  bakûr ê  hat dîwar helişand Barî baranek herd ê  nekişand Kutana ûzbaşî û çawîşan Mala kîriv ê  min şewitand (Berhevkar: Yusuf Zerî)

Seba Heskîfê II

Resim
Çavên we ronî be ez mirim Ez pêr mirim, şeva dî dîsa mirim, îro dîsa û sibe… Sibeya min mirineke pir dirêj e  Şûna lê megrîn seba Heskîfê Av berdan û ez xendiqandim Li ber çavên dinê! Ez deh hezar salî bûm Mirina min jî ewê deh hezar salan biçe Şûna lê megrîn seba Heskîfê Çavê di we ronî be Bila yê di min şêlû bimine Bin tasek ava genî de ---- Şûna lê: Di devoka Qoçgîrî de, bêhûde, beleheq, belesebeb, berheva, bêsebeb… http://utay-alidurantopuz.blogspot.com/2019/11/seba-heskife.html

Guftûgo

Gotibû, “Heger welatek min hebûna min qet xwe nedisipart pirtûk û p ê nûs û l ê nûsan.”  Gotin pirtûk çiye?  Got, pirtûk xweliya welat ê  min e. Gotin p ê nûs çiye? Got, p ê nûs gîsin û tevir û b ê r ê  min e.  Gotin l ê nûs çiye? Got, l ênûs  rûzemîn ê  welat ê min e .  Gotin tu çi dinivîsî?  Got, "Ez bi p ênûsê  xwe re gorneke vedidim. Hûn  ê li ser kevirê gorna min binivîsin: “ Xwedêyo! Tişt ê n ku te li ser eniya me nivîsand qet bixwe xwand?”

Du Rêwî

Du r ê wî li ser kaniyek ber darekî runiştibûn û çîroken xwe bi hev re digotin: -         Min welatek dît, kes qet hiş nedibû. Ne sibe, ne dan ê  roj ê , ne  ê varî, ne jî bişev kes hiş dibû. Bi nobe radiketin ku axaftina wan nebirrî. Hinek hebûn di xew ên  xwe de jî diaxiviyan, yen herî r ê zdar ev bûn.  Pergal ên  qeyd ê  îcat kiribûn ku deng ê n  wan  qet ney birrîn ê . Min pirsî gelo win çima wer dikin? Tev bi hev re xeberdan, min tu tişt ji wan fam nekir û axirî teseliya min ket û ez vegeriyam hatim. -         Min jî welatek dît, kesî qet qezîk nedikir. Te digo dev ê  wan hatiye durandin ê . Ber ê  min wer zanî ku hemû lal in. Min çi kir çi nekir ji dev ê  kesî qezîk derneket. Min jî tiştek ji wan fam nekir û ez jî vegeriyam hatim. 

Taziye

                                                  Eren Keskin için…                                                    Fatma Sevgi Keskin’in anısına… Eren, tabutun üzerindeki yemeniyi okşuyor. Anneye veda. Annenin anısına merhaba. Sevgilimiz Eren Keskin, sevgili annesini uğurluyor. Konuşmuyor hiç. Konuşmuyor mu? Yüz konuşuyor. El konuşuyor. Yemeninin üstünde bütün ömrünün cümlelerini dokuyor. …  Konuşmanın sözle olmadığı yerler var. Olamayacağı. Mezar başı mesela. Defin. Hazinemizi saklıyoruz. Toprak açılıyor. Toprağın içinde bir boşluk. O boşluk bir sevgili gövdeye dolacak. Yeni kazılmış mezarın başındayız. Sevdiğimiz birini, sevdiğimizin sevdiği birini toprağa vereceğiz. Saklayacağız.  T...

Qezî

1 Zar ê  di me rabûn.  “Li lo ez tebreka bin ê  ning ê n we bim.” 2 Art êşa mirinê hat, bi fermanek: Ûzbaşî go, “Ji v ê  doz ê  veger.”  Bînbaşî go,  “Ji doz ê  veger!” General go,  “Veger!” General teqawit bu. Binbaşî jî. Ûzbaşî jî. Ew teqawit bûn ez mirim.  3 Yek ferman da yekî Yekî çek da dest yekî Yekî gule barand Em mirin.  (Kes nikare ten ê  bimre. Ez ku mirim, parîkî tu jî dimirî. Tu belkî xwe ji kuştina xwe xelas dik ê  l ê  tu nikar ê  xwe ji mirin ê  xelas bik ê… )  4 Ez mirim.  Ez kirim çalan.  Ez xwelî me niha.  Kolek xwelî.  Xweliya ser ê  te me.  Xweliya min e li ser ê  te ve dadiweşînin.  Ez xwelî me bin nîng ên  te de L ê qeziya min û te yek e, hînê… 5 Biray ê  xwe re bib ê jim, xenga xwe re bib ê jim. Ber ê  ez mirim, niha jî ew ê  qeziya min dimire. Qezî n...

Seba Heskîfê

Resim
Siya dinê  îro çi qas giran e! Bin taveke cemidî  Kûsiyê tarixê wergerandine ser piştê Heskîf nûxuriya tarixê ne bû ku îro dixendiqînin? Kanê gemiya te li kû ma Nûh?  Nûh, em çima ji vê lesarê xelas bin? Ava dinê îro çi qas giran e! Dinê li me kirine aş Me dihêrin, kevirên bajarê di me dihêrin Av berdane ser qubeyan, minare dizîne Çerxek agirîn digerînin Zimane me nagere ku em bibêjin agir çiye av çiye -Ev çiye silav dide ji çiyan?  -Çeqçeqa mirinê ye! -Ev çiye dibare ji êsmîn? -Xwêya hêstira me ye! Em li zimanê xwe digerin Bi zimanekî biyanî  Em ji xwe direvin Bi çavên girtî  Siya dinê îro çi qas giran e!