Kayıtlar

Bo Zülküf

Me ewqas mirî dît ku, em ewqas mirin ku, mirin çiye me ji bîr kir. Kê gotibû mîrov ber bi mirinê ve ye? Em her roj dimirin. Mirin her tim ba me ye, ber bi me ve tê. Pîrê min! Mîrê min! Te digot, ji qaziyê dinê em nayen pirsînê! Lê em qet nepirsin, xençer di dest de çima pê kezeba me digere? Me carek din zanî, derdê me tunebûna me nîne, hebûna me ye…

Giliya Miriyek

Min kir bin tavekî zûve mirî de xwe germ bikim. Çermê xwe. Hestiyên xwe. Êşa xwe. Ez niha vegeriyam hatim ji xwe helanînê. Hogir ku min jê xwast xeliyê bavêjin ser min dikin min ji vê çalê derxinin. Şunda min pir rind bû qe pê nezanîn. Wan ez derxistim. Li ser maseya otopsiyê de fîtikek dişewitî, fîtikek ku tê de tavek mirî dibiriqî. Li çi digerin? Li birînan digerin, birînên ku bi destên min hatine vekirin. Min nekanî ku bibêm bira dev ji lê gerînê berdin, ez bi şînim. Şîna xwe nagirim na, ne şîna mirina xwe ne jî şîna jiyana xwe. Ez şîna şînê digirim. Min mirekeba reş li xwe kiriye, nav pelûgan de dimeşim. Bi destekî navê xwe dinîvisim, bi desetkekî din jêdibirim. Ez nikarim devê xwe vekim, paşê min dikujin. Ez nikarim bêdeng biskinim, paşê ez dimirim.  Zimanê min mor a eniya min e, win ku dixwazin li min xinin ji eniya min de lêxinin. Ez sê caran mirim, careke jî bi destên we bimirim. 

Kılıç şöleni

Süregiden

Ziman û genim

Resim
26'e îlonê ez li Amedê bum. Selîm Temo, moderatoriya civîna me kir. Navê civîna me, navê konferansa me genim û ziman e, wekî hun dizanin. Du tiştên ji hev dûr in genim û ziman. Gelek dûr in. Hun ê bipirsin, ê madem ku tu van herduyan ji hev dûr dibîni te çima ew hanîn cem hev? Va pirsik ne fizûlî ye, lê bersîva vê pirsê ez jî nizanim. Hunê belkî bibên lo keko te xwe şaş kiriye, te çi li xwe kiriye? Tu berê navikî davejî holê û dibê kerem kin werin em der barê genim û ziman de biştexilin. Em rabûnê hatinê niha jî tu dibê du tişten ku navê wî konferansê de hene ew li hev nayn, nayn cem hev. Paşê dibê ka bipirsin çima cûda ne, me jî pirsî, vê gavê jî tu dibê welle ez jî bersîvê nizanim. Tu ji ber xwe de diaxivî, çi dike? Ez bersîvê nizanim, nizanim lê ew çend salin ku lê digerim. Min îsal va lêgerîna xwe bir serekî. Min ne qedand, lê bir serekî. Ez dizanim va lêgerîna min li vî serîkî jî nasekinî.  Rû û Kûr di nav weşanên Avesta de derket. Niha ez ê dîsa vege...

Koçgiri'de bir Topal Osman şarkısı

Resim
Gaza Pulumurê bi çekem e (Pülümün yaylası meşelidir) Giran giran çumi cem e (Ağır ağır gittim yanına) Min go de mala te bi şewitî Topal Osmanê xwînî (Dedim evin yansın kanlı Topal Osman) Li gencê d’me xist ji xelkê me ra vekir mahkeme (Gençlerimizi vurdu, halkımıza güttü dava) Dilo yêman keko yêman (Yüreğim aman kardeşim aman) Çiyan girt berf û duman (Dağları aldı kar duman) Me ra bişîn Şah ê Merdan (Bize yolla Şah-ı Merdan) Dilo yêman keko yêman (Yüreğim aman kardeşim aman) Yerî yerî aşîr yerî (Yürü yürü aşiret yürü) Meftay di me me ra kirin e koza dêrî (Ölülerimizi bize ettiler kapı kilidi) Bûkê di teze kuştin (Taze gelinleri öldürdüler) Girtin e zêrê d’sêrî (Aldılar alınlarındaki altınları) Dilo yêman keko yêman Çiyan girt berf û duman Me ra bişîn Şah ê Merdan Dilo yêman keko yêman Kopruyen binê Pulumurê dûdû sisê ne (Pülümürün köprüleri ikidir üçtür) Zava bûkê di teze kuştine (Taze gelin damadı öldürmüşler)...

Dayê

Min wer dizanî kû gerdûn bêdeng e! Lê îro min zanî kû bêdengîya gerdûn lavînek bêdawî ye. Lavîna gerdûn avitina dilê diya min bû ye, min îro zanî. Îro ez dizanim kû avitina dilê dayîka min labîna gerdûn e. Gerdûn her tim dilabê! Min îro bîhîst dengê bêdengîya diya xwe, dengê bêdengîya gerdûn: "Nîngê wê mînarê çar in Dor lê girtine gurên har in" Bêdengîya gerdûn lavînek bêdawî ye. Me ne tirsên dilê te zanî edê, ne jî şabunên dilê te. Edê. Yadê. Ez îro dizanim kû, em nezanê êşên te ne, êşên dilê te. Bin rûyê te yê biken min wer zanî kû va dinê her tim me ra dikenî; wek gava bin rûyên te yê biken ez diketim xewên kûr û dirêj. Edê! Yadê! Ev çitan êş e kû çextê em dipirsin wê vextê wenda dibî tere?