Barê Hespê Mîrê Qoçgîrî: Bîr û Bîra Hember a Şînê

 


1

Qoçgîrî civakeke şînê ye. Li Qoçgîrî şîn wekî rîtueleke berdewam û bêdawî bi teqwîmê ve girêdayî ye. Şîngotin di her qonaxên vê teqwîmê de cih digire. Fîgurê herî girîng ê her qonaxê ne pîr e, ne xoce ye, ne jî xwediyê cenaze ye lê “şaîr” e. Pîr erkanê digerîne, xoce Quranê dixwîne, xwediyên cenaze digirîn lê şaîr yanê şînbêj hem wekî nîşandana hevpariyê êşê sivik dike û hem jî bi vegotinên estetîk di bîra civakî de ji yê mirî re cih û war çêdike. 




Bo Qoçgîriyan her helbestvan şaîr nîne, kî dikaribe kilamên şînê bibêje şaîr ew e; yên ku dikarin kilamên nû derxinin şaîrên herî rûmetgiran in. Şaîr bi piranî jin in lê mêrên Qoçgîrî jî kilamên şînê dibêjin; bo Qoçgîriyan girîn û şîngotina mêran ne eyb e ne jî şerm e û şînbêjên navdar ên mêr jî ne kêm in. Berê jî wiha bû îro jî wiha ye.

Teqwîma yekem a şînê ji roja mirinê dest pê dike û heta “rakirina mezel”, bi gotineke din heta “çêkirina mezel” yanê salekê didome. Teqwîma duyemîn salane ye; gelê Qoçgîrî her sal bi hev re diçin ser mezelan, peşî şînê dikin, (kilamên şînê) distirên, paşê rûdinin nan û loqmeyên xwe dixwin û bi qezî, gotin û çîrokan miriyên xwe yad dikin. Navê vê serdemê “Meheya/meha Mezelan” e, ji dawiya gulanê dest pê dike û heta nîvê hezîranê diçe. Di vê serdana kolektîf de gelê gund pêşî gornên xwe paqij dikin û dixemilînin, paşê hem kilamên şînê yên nû û hem jî yên sedan salan bi hev re distirên. Ji ber vê sedemê hin kilam qet nayên jibîrkirin; sal bi sal rêz û beytên nû lê zêde dibin. Kilama “Mîro” yek ji van kilaman e; mijara vê  gotarê  ev kilam e û “Mîro” Alîşan Begê Qoçgîrî ye.

Alîşan Beg serokekî siyasî û civakî bû. Ew û birayê wî Heyder Beg lawikên Mistefa Paşa bûn. Herdu bira (tevî Zerîfe Xanım, Alîşêr Efendî, Nurî Dêrsîmî û yên din) pêşengên serhildana Qoçgîrî bûn. Piştî serhildan têk çû Zerîfe, Alîşêr û Nurî bi hin kesên din va çûn Dêrsîmê. Hikûmeta Enqereyê Alîşan û Heyder Beg şandin sirgûnê. Herdu Beg heta sala 1931ê li Stenbolê man; wê salê efû derket û vegeriyan Qoçgîrî. Du salan paşê li İmranliyê bi bombeyekê Alîşan Beg hate kuştin, Heyder Beg jî birîndar bû. Plankerê vê êrîşa xwînî qeymeqamê Zerayê ye.

Fîlolog û teorîsyenê vegotinê Vladimir Propp, ji aliyê wêjeyê ve zêmaran di nav cureyên helbesta epîk, lîrîk û rîtûelî de bi cih dike. Ew bi taybetî li ser qîmetê agahîdayînê yên zêmarên gelêrî radiweste. Li gorî wî, bi nêrîna zêmaran mirov dikare jiyana rojane ya gundekî ji nû ve ava bike; ew wiha dibêje: “Kilamên şînê rastiyê rasterast radixînin ber çavan.” (1998, r.54).

Çavdêriyên Vladimir Propp ên li ser zêmarên civaka rûsan, ji bo Qoçgîrî jî rast in; lê ew qîmetê stranên şînê yên gelêrî kêm dibîne û wan li derveyî asta edebiyata bilind, wekî kelepûrên herêmî, di nav folklorê de bi cih dike. Li gorî wî di kilamên şînê yên gelêrî de hestên şexsî derdikevin pêş. 

Bi rastî jî bi guhdarkirina kilama Mîro em hestên şexsî yên xwişk û keça Alîşan Beg ji devên wan dibihîzin; em dikarin jiyana rojane ya bi sedan salan berê ji nû ve ava bikin, yanê heta vir Propp rast e lê mafê wî heta vir e, ji ber ku ew di heman pirtûkê de wiha dibêje: “… kilamên şînê (yên gelêrî, not ya min e) cureyên emrkin in. Ji aliyê avabûna xwe ya hestyar ve lirîk in, lê ji aliyê fonksiyona xwe ve girêdayî helbestên rîtûelî ne. Gava bingeha ku helbesta rîtûelî xwedî dike ji holê rabe, tevî hemû serkeftinên xwe yên bilind, kilamên şînê mehkûmê windabûnê ne.” (1998, r. 55). Kilama Mîro nêzikî sed salan e li deverên cuda yên Koçgiriyê bi guhartoyên curbicur tê gotin. Herçiqasî ji dûr ve herêmî û hestiyar xuya bike jî dema mirov ji nêz ve lê dinêre, diyar dibe ku qet ne wisa ye. Ji nêz ve baş tê dîtin ku mesele ne tenê malbatek an jî gundek e, ne kesek û hest û ramanên kesane ne. Ev kilam ji aliyekî ve şexsî ye lê ji aliyê din ve wekî kaniyekê bîr û bîra hember a hevpar a civakê ye; tê de nasnameya kolektîf a neteweyî û dîrokî vêşartî ye. Kilam bi deng û gotinê wê nasnameyê hem ava dike hem diparêze û hem jî digihînê nifşên têyî. Bi ayîn a ser mezelan jî emrê kilamê dirêj dibe. Di vî warî de fonksiyona şaîrên Qoçgîrî dişibe ya dengbêjan lê berevajî dengbêjan ew bi nav û dengên xwe dernakevin pêş, hertim bi ritûela şînê ve girêdayî dimînin. Kilamên şînê di civîn û meclîsên din de jî tên gotin le çi heye li wan deran jî van kilaman wekî duet an jî trîoyan dibêjin, hemû beşdarên civînê dengê xwe tevî dîsgotinan dikin. 

Ji bo vê nivîsê min 12 çarîn (bi rastî du ji wan pêncane ne) û du dîsgotinên kilama Mîro anîn cem hev, lê dibe ku li devereke din rêz, beyt an jî çarînên din hebin. Piştî min dest bi vê xebatê kir, dotmama birêz Güler Gültekin (xwişka Hasret Gültekin, nêviya Alîşan Beg) ji min re çarîneke (ya bi hejmara 5an) ku min qet nebîhistîbû şand. İro an jî sibe kesek dikare rabe û çarîneke nû jî bibêje.

Ji ber ku cihê me teng e di vê gotarê de ez ê bi piranî li ser hesp û li ser tevna wateyên sembolîk ên ku li dor hesp hatine honandin bisekinim; hebekî jî qala hin hûrgiliyên têkildar bikim.

 

2.1

Di her varyantê da rêzên çarînan diguherin lê her guhartoyek bi qala hespê Mîr dest pê dike. Hesp şahê kilamê, kilam barê hesp e.

Hesp berî her tiştî (di pêncane ye 1ê de) tazî ye, bê zîn û zengil e, bê siwar e. Du beytên destpêkê şanogehekê tînin ber çavên me û tiştekî dixwaze. Ev kilam ku wekî helbestekê bihata nivîsandin û me cara yekem du rêzên ewil bixwenda, pêşî me tiştek jê dernedixist, ji ber ku me nedizanî hesp ê yekî mirî ye; lê bi vê yekê me dîsa tiştekî bêyom, tiştekî şevşevok hîs dikir.

Gava em hemû pêncaneyan dixwînin, em fêm dikin ku tiştekî xirab û bêveger qewimiye û bi pêşkêşkirina an jî fedakirina malê dinyayê em nikarin ji xirabiyê xelas bibin, nikarin feleka bêbext/qehpe razî bikin. Belî ye peyva “felek”ê gumana mirinê tîne bîra guhdaran û figûra hespê bêsiwar maneya xebera reş vedihewîne lêbelê şaîrê me qala mirinê nake.

Lê ev ne helbesteke weşandî ye; ev zêmarek e ango kilameke şînê ye, yanê li ser mirîyekî hatiye gotin. Şaîr pêşî teswîra hespê Mîr dike û tiştekî dixwaze, paşê mezinahiya kesê ku me winda kiriye nîşan dide: Kesê ku ji destê me çûye hemtayê “malê dinê”ye. Mesele ji gundekî an jî ji eşîrekê pir mezintir e, loma şaîrê me li rûyê dinê digere, ne li nav êşîr.

Hesp wekî ajalên hov tazî ye. Di kilamên şînê yên Qoçgîrî de ajalên tazî, wekî marê tazî, ceylana tazî, kutiyê tazî, ne nîşana hovîtiyê ne, lê nişana xemgîniyê, bêçaretiyê û bêxwedîbûnê ne. Di çarînên din de hesp li ser lîngên pêşin an jî paşûn dilîze yanê bi êş, bi hêrs an jî bi xofê ketiye. Şaîr ji guhdaran (wekî nîv şîret û nîv ferman) tiştekî dixwaze: Hêdî hêdî bikişînin ser kurnê, avê bidinê da ku aş bibe. 

Lê kurna mazî çi ye? Gelo ji bo xatirê qafiyeyê qala kurna mazî hatiye kirin? Belê, para qafiyeyê jî tê de heye, lê mesele ne tenê dirustkirina dengan e. Di kilamên Qoçgîrî de, nemaze di kilamên şînan de, poetîkayeke balkeş tê bikaranîn: hertim cih û warên mirî, cil û bergên mirî, keş û peşên mirî wekî taybetmendiyên wî/wê yên şexsî bi awayekî herî realist tên teswîrkirin. Peyvên hêstiyar û biêş an bi hev re an pêşî an jî piştî vê teswîrê tên bikaranîn. Ew qal û teswîr jî bi gelemperî bi şanogeheke hunerî tê çarçovekirin. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku kurna mala Alîşan Beg ji dara maziyê hatiye çêkirin û ev der cîhekî hevpar e, şaîr dike ku herkes hespê bêsiwar bibîne û lê xwedî derkeve.

2.2

Rengê hesp di çarînekî de “qir û boz” e (ya 6an), di yekê de “qir û reş” e (ya 7an) û di yên din de “qir û hêşin” (ya 3yan) e. Divê were pirsîn: Hespên reş û yên boz (angorî gewr) hebin jî “hespê hêşin” ji ku hatiye? Hesp çawa dibe hêşin? Hêşin hem navêkî din ê rengê “şîn” e hem jî geşedana xwezayê ango rengê kesk e.

Hespê hêşîn carinan li ser ningên (lingên) pêşîn carinan li ser lingên paşîn dilîze, yanê carinan bi hêrs dibe zîtikan diavêje, carinan bi coş radibe pêdarê, radibe ser piyan! Ger kesk be rengê hemû tiştên zindî, ger şîn be rengê ezman û deryayê tîne ber çavên me, ne rengê hespan. Di rastiyê de rengê hesp qir e; di hemû guhartoyan da qir rengê sereke ye. Rengên duyemîn, hêşin, boz an jî reş ne rengên hesp in lê yê amûr û siwarê wî ne. Şair bi sembolîzma “rengê hesp” û ya rengan bi hev re bi kar tîne; bi rêya qafiyeyê jî me dişîne êşê; êşa xwe ya şexsî û êşa eşîrê ango ya civakî. Lîstina hesp li ser keskê erdê û bin şînê êzmên reqseke êşê ye. Hesp ji alîyekî ve alegoriya eşîrê ye jî.

 

Şînê tarî, nêzikî rengê reş e. Reş hem rengê desthilatî û hêzê ye hem rengê bêhêvîtî û şînê ye; delaleta bextreşî û xemgîniyê jî dike. Rengê taziyeyê jî reş e, yên ku şîndar in reş li xwe dikin, ji wan re “serîreş” tê gotin. Hespê reş jî wekî hespê hêşîn dîn û har bûye, wekî mirovekî biêş tevdigere. Di wan çarînan de ku du hesp tê de hene qala birînên giran tê kirin. Di rastiyê de di çîrokê de du beg hene; di êrîşê de Alîşan Beg dimire, lê birayê wî Heydar Beg bi birînên giran xelas dibe. Birîn hem ew birîn in ku bûne sedema mirina Alîşan, hem jî birînên Heydar Beg in. Hesp, ji aliyekî ve bi alîkariya sembolîzma rengan cîhaneke wateyî ya berfireh diafirîne, ji aliyê din ve jî bi alîkariya teswîrên tevgerên wî tevî gerdûna şînê dibe; ev jî serîreş e.

 

Hespê Boz hespê Xizir e, sitar, bext û hêza manevî nîşan dide. Lê di şirovekirina xewnan da peyama mirinê ye, gotineke pêşiyan e: “Mirin hespê boz e, li ber deriyê her kesî ye.” Wekî “tazîbûn”ê “bozbûn” jî nîşana tiştekî bêyom, tiştekî xirab e. Di çarîna hespê boz de rêzika duyemîn ev e:

 

“De rê ra mere rê bi toz e”

 

Toz, wekî mijê, wekî dûmanê, wekî perdeyan dîtina mirovan asteng dike. Rewîtiya Alîşan Beg bi kuştinê bi dawî bûye lê rê hîna li wê derê ye û şaîr bi guhdarên xwe re dipeyive, wan hişyar dike: Bi mirina Bêg êdî rê bo rêwîtiyê ne guncav e. Li gorî Ali Kendav bi suîqesta Alîşan Beg daxwaz û lêgerîna serxwebûn û azadiyê di nav Qoçgîriyan de çilmisiye (2024, r. 83). Li gorî nivîsên dîrokî serhildana Qoçgîriyê sala 1921an bi dawî bûye, lê şaîr ji me re dibêje şer heta 1933yan dom kiriye û bi kuştina Alîşan Beg bi dawî bûye.

Kî dipeyive? Li gorî vê çarînê, şaîrê me xwişka Bêg e: “Dilê xenga wî ji wî sûye.” Sûketin an jî sûveketin, di devoka Qoçgîrî de maneya diljêsarbûnê, jêxeyîdînê dide.

 

2.3

Di çarîneke din (ya 2yan) de şaîr ne xwişk e lê keç e: “Odê bavê min dew du dar in.”

Gelo ev şaşî an tevliheviyek e, an tiştekî din e? Bi kurtî na, tê de tu şaşî an tevlihevî tune. Ev jî taybetmendiyeke kilamên şînê yên Qoçgîriyan e. Kilamên şînê ji aliyekî ve berhemên şexsî ne; kê kilamek gotiye, gava dixwaze tê de nasnavê xwe jî tîne ziman. Lê ji aliyekî din ve ev kilam kolektîf in; yek kilamê dibêje, yê din li ser rêzikan zêde dike an kêm dike an jî diguherîne. Belkî em “nîv-kolektîf” bibêjin baştir e. Yê ku ev çarîn cara pêşî gotiye kî ye em nizanin; lê em dikarin bi hêsanî bibêjin: belkî qîz bû, belkî xwişk bû, belkî yekî ji devê wan got, paşê her kesî li gorî hestên xwe peyv, riste, beyt an jî çarîn lê zêde kirin û guhert. Ji ber vê sedemê, di gelek stranên de ji yekê zêdetir nasnav hene.

Di vî çarîneyê de jî em poetîkaya Qoçgîrî çavdêrî dikin; pêşî teswîra odeya Alîşan Beg tê kirin, paşê tevger û hest tên ziman. Gava em her du risteyên pêşîn dibihîzin, pirsek tê bîra me: gelo dara sêvê û dara hinarê çawa di odeyê de dibin? Ji wan daran stûn an jî kêran nayên çêkirin.

Berî bersîva vê pirsê, ez dixwazim analîza sembolîzma vê çarînê bikim.

Di du rêzikên destpêkê de sembolîzma hejmar, cih û fêkî heye. Hejmar: Gelê eşîra Qoçgîrî qizilbaş e; dew du (deh û du, dozdeh) hêjmara îmaman e. 

Cih: Ode; şûna aramî, nivîn, civîn û şixul e, xeynî ji beg û mîr û şêx û fermandaran ti kes xwediyê odeyên kesane nîne; ode û “dew du dar” dewlemendiya Bêg nîşan dide.

Fêkî: Hinar di çanda kurdî de sembola bereket, yekîtî, zayîn û nemirînê ye. Sêv sembola bedewî, tendirustî û daxwazên şexsî ye. Her du fêkî jî bo bang û dawetan tên bikaranîn. Her du rêzikên destpêkê wateya realist a dewlemendiya Beg û sembolîzma dewlemendiya wî ya civakî û olî wekî qatên kilorê didin ser hev. Lê kilora me ne tenê du qatî ye. Herwiha sêv li gorî mîtolojiya kurdên qizilbaş hem fêkîyê bihiştê ye û hem jî terceman e, yanê qurban e. Di ayîna cemê de wekî ajaleke qurban bi gulbangan tê birrîn û parve kirin. Wekî tê zanîn, hinar jî fêkîyê bihiştê ye, yanê qata siyan qata teolojîk e, qata ilahî ye.

Alîşan Beg gava di odeya xwe de bûye, Gaxûr bombe avêtiye. Yanê li gorî kilamê, Beg qurbanekî pîroz e. Şaîr sêv û hinaran ji baxçeyê pêşiya odeyê bar dike, tîne hundirê odeya mîr. Ode li dinyayê meqamê kar û begîtiya wî ye; piştî mirina mîr diguhere meqamê wî yê ebedî, maqamê îlahî, dibe bihişta wî. Termê wî di nav sêv û hinaran de dikeve xewa xwe ya dawî û bêdawî.

2.4

Di dîsgotina yekemîn de qeziyeke pir balkeş heye: yek çawa dibe kilîda deriyan? Wateya vê rêzikê çi ye? Kilîd derî koz dike. Ji deriyên kozê kes nikare derkeve der û têkeve hundir; tedbîreke parastin û ewlekariyê ye. Li gorî şaîr, Alîşan Beg bixwe, bi hebûna xwe û bi navê xwe tedbîrek e, ew parêzvanê gel hemû ye. Bi kurtî, ev rist me dişîne hikûmdariya Alîşan Beg. Jixwe hesp jî nîşaneke serwerî û qehremaniya wî ye. Bi kurtasî, şair ji me re dibêje, Alîşan Beg ne tenê qehreman, şervan û mîrekî bihêz e, lê herwiha serokekî gel e jî; bi hebûna wî, gel di malên xwe de xwe ewle hîs dike. Gava ew dimire Qoçgîrî bêparastin dimîne. Agahiya herî girîng ku em dikarin ji kilamê derxinin jî di çarînen 11 û 12’an de vêşartîye, şaîr qey li rûyê Gaxûr dipeyîve: 

“Kî toreya Alşan begê dide caba hikûmatê/ … caba qeyemeqam û walî.” Li gorî şaîr bi kuştina Alîşan Beg Qoçgîrî derfetên xwe yên siyasî jî winda kiriye; yek ji erkên Alîşan Bey jî pêşxistin û meşandina siyasetê li dijî dewletê ye. Daxwaz an jî şîreta ku şair dike bi vê ramanê ve girêdayî ye: Xwedîderketina hespê Mîr xwedîderketina serxwebûnê ye.

Ev mijar di çarineke din de wekî “kilîda heft eşîran” hatiye bilêvkirin; heft li vir hejmareke rastîn nîne, îfadeyeke sembolik e, yekîtiya ontolojîkbûna eşîretê tîne zimên. 

3.1

Rêza duyemîn a destpêka çarîna çaran, di hemû varyantan de carinan tevî dîsgotinan, carinan tevî çarînan derdikeve hemberî me: “Karê te çi ye li Sêwazê li nav Macîran!”

Macîran, navekî İmranliyê ye lê şaîr vê kelimeyê hem wekî nav û hem jî bi menaya xwe ya ferhengî bir kar tîne. Dewletê, di demeke berê de koçberên biyanî li İmranliyê niştecih kirine; ev nav ji wê tê lê em nikarin bibêjin, gel (an jî şaîrê me) Macîran wekî bajarekî xelkê dibîne. Bi rastî Macîran an jî İmranli bajarekî kurmancan e. Lê Macîran cih û warê jiyana Mîr nîne, şûna wî ya şixul e, maqamê wî yê fermî ye. Herwiha, Qoçgîrî ji navê Sêwazê jî qet hez nakin, ji ber ku ji hêla qizilbaşiyê ve ev bajar “xwînî” ye, Pîr Sultan li wê derê hatiye dardekirin. Ji hêla kurdbûnê ve jî, ev der hertim bajarê hikûmeta Osmanî an jî ya Tirkiyeyê ye, yanê hem dijmin e hem jî biyanî ye; ji her aliyî ve xeternak e. Şair navê Sêwazê ji ber vê metirsiyê hildide û ji ber ku Macîran navçeyeke ji hiyerarşiya dewletê ye, xirabiyên dewletê jî dihewîne. 

Taybetmendiyeke şaîrên Qoçgîrî jî agahdarkirin e. Wateya xewê pir diyar e, xew di gelek çandên dinyayî da metafora mirinê ye, lê di vê çarînê de agahiyeke din heye: Hespê Alîşan Beg qir e. Li pêşiya odeya wî baxçeyekî mezin û xweşik heye. Ew di odeya xwe de hatiye kuştin. Meqamê wî li Macîran e. Macîran di nav hîyerarşiya hikûmetê de ye, yanê kuştina wî siyasî ye û agahiya dawî: Ew danê sibê hatiye kuştin!

 

3.2

 

Çarîna heştan bi tirkî ye. Çima? Li nav kurdên Qoçgîrî tirkên qizilbaş hene û ne kêm in, di nav hev de hem zewacê dikin û hem jî înqirarê girêdidin yanê bi hev re dibin misayîb an jî kirîv. Şîn û şahiya wan jî hevpar e. Ji ber vê yekê kilamên duzimanî jî zêde ne. Kurdên Qoçgîrî ji mirovên xwe yên tirknijad re “tirkên rê” dibêjin. Lê gava em li çarînê dinêrin em fêm dikin ku şaîr ne ji bo xatirê cîranên xwe yên tirk bi tirkî gotiye. Gaxûrê xwînî bixwe ne tirk e lê kurmanc e û ji eşîra Alîşan Beg e, wekî ku di kilamê de tê gotin, pismam tê.

Di çarînê de sê agahî hene, yek eşkere ye: Gaxûr kujer e loma xwînî ye. (Şirîkê wî jî Dursunê Duzoziyê ye û ew jî kurmanc e.) Li pişt xwînî “tewzîrên İmranliyê” hene.

Agahiyên din di peywa “wezîr” de veşartî ne: Wezîrên ku ji hev hatine veqetandin Alîşan Beg û Heyder Beg in; peyva “wezîr” jî bo nîşandan a xisletên wan ên siyasî hatiye hilbijartin.

Lê agahiya herî grîng û dilşewat di gotina “berxên dergûşê” de veşartî ye: Di êrîşê de zarokeke şîrmijê Alîşan Begê jî hatiye qetilkirin. Sûcê kujeran hem siyasî ye hem jî dijî mirovahiyê ye. Plankerê suîqestê Qeymeqamê Zerayê ye. Şaîr nifirên xwe û sûcê dijmin bi zimanê dijmin radigîhîne dinyayê da ku dijmin bixwe jî bibihîze.

Heydar Beg paşê Dursun li Zerayê da kuştin. Mahmut Beg ê apê Mîr jî ket dû Gaxûr û axirî ew kuşt (Akyürekli, 2016, r. 268-269).

 

Di zêmarên Qoçgîrî de ji bo selameta rihê mirî dia nayên kirin, ew karê pîr û îmaman e; şînbêj bi zanebûn bala xwe didin xurtkirina hebûna mirî ya vîrtuel da ku di dil û bîra civakê de bimîne û her bijî. Çawa gorn (gor) termê mirî di bin axê de vêdişêre û cihê wî yê li ser axê diyar dike, kilam jî hebûn û qîmetê mirî di bîra civakê de vêdişêre û cihê wî yê gerdûna çandî diyar dike.

 

Di devoka Qoçgîrî de gorn ne mezel e, ew navê wê çalê ye ku mirî tê de tê veşartin; mezel navê avahiya li ser gornê ye. Ji aliyê kilaman ve qîrin, gazin û ax dewsa gornê, kilamên şînê jî dewsa mezelan digire. Gorn tên vedan mezel tên çêkirin; qîrin û gazin ji êşa dil û kezebê, kilamên şînê ji kûrahiya çanda civakê dertên. Mirî bi gornê bin erdê de tên vêşartin, bi mezelan cihê wan tê xuyakirin, em bi mezelan şûna miriyan dizanin, bi kilaman jî qîmet û rûmeta wan dizanin. Bu kurtasî, kilamên şinê yên Qoçgîrî dewsa mezelan a zimanî ye. Ji ber vê ye ku li Qoçgîrî ji mezelan re “xanî” an jî “mal” jî dibêjin. Bi rêya kilamên şînê mirî ji civatê venaqetin, çi mîrê navdar, çi keç û xortên nenas bin, tev dijîn. 

 

Civakîbûn li ser du stûnan saz dibe, stûneke civakê şîn e ya din şahî ye. Yên ku nikarin bi hev re şahiyê bikin, an jî yên ku nikarin bi hev re şînê bigirin, nikarin civakê ava bikin. Şîn ji vî aliyî ve hem asta çandî û civakî ya mirinê hem jî asta giyanî û kesane ya mirinê ava dike.

 

Kilam ji aliyê bandora nêrîna fermî ve paqij e lê ev tiştekî normal e; civakên ku ji tesîra amûrên îdeolojîk ên dewletê dûr in ji bandora nêrînên fermî jî dûr dimînin. Dewlet hertim dixwaze hişmendîya gel, bîra gel li gorî xwe bi teşe bike û ji bo vê yekê çîrok, dîrok, vegotin û ramanên fermî diafirîne, bîreke fermî ava dike. Girîngiya kilamê ew e ku ji serî heta binî li hemberî nêrîna fermî dengê xwe bilind dike, li hemberî bîra fermî, bîra desthilatdar bîra gelerî, bîra xwe ya netewî, bîra hember ava dike û diparêze. Di vî warî de stran ne tenê berhemeke çandî ye, di heman demê de belgeyeke bîranîn û berxwedanê ye. 

Şairê kilamê wekî dîroknas Walter Benjamin (1993, r. 40) tevdigere, ew dizane: “Dema dijmin bi ser bikeve, mirî jî wê nikaribin xwe ji vî dijmin rizgar bikin.” 

 

1

Hespê Mîrê min qir û tazî

Giran giran bikişîn ser kurnê mazî

Çiqa ku li rûyê dinê digerim

Malê dinê alemê gîştiyê bidin

Feleka qehpe nabî razî

 

De Mîro Mîro mîrê mîran

Kilîda deriyê’di[1] Qoçgîriyan

 

 

2

Odê bavê min dew du dar in

Min go şeşî sêv in şêş jî nar in

Çiqa li rûyê dinê digerim

Hêla bavê xwe ra wistîxwar im

 

3

Hespê Mîrê min qir û hêşin

Tere dilîze li ser nîngê pêşîn (paşîn)

Birînên mîrê min pir giran in

(De dilê min jî jê re dêşe)

De dilê eşîr jî jê ra dêşin

 

4

De Mîro Mîro mîrê mîran

Karê te çi ye li Sêwazê li nav Macîran

 

De rabe rabe Mîro rabe

Xewa sibê pir xirab e

Xewa sibê pir giran e

 

5

De Mîro Mîro mîrê mîran

Caran van zalimana me ra dibin cîran

Were keviya xanga xwe rûni

Em li Macîran hevra bibinê cîran

 

 

6

Hespe Mîrê min qir û boz e

De rê ra mere rê bi toz e

Dilê xenga wî ji wî sû ye

De lomane jî bi lêv û poz e

 

Birîna mîrê min pir xedar e

Ez jî ji wî ra kûr dinalim

 

7

Hespê mîrê min qir û reş e

Tere dilîze li ser nîngê pêş e

Birînê mirê min pir giran e

Dile min jî wî ra dêşe

 

De Mîro Mîro mîrê mîran

Karê te çi ye li Sêwazê li nav Macîran

 

8

Şu İmranli’nin tewzîrlerî

Birbirinden ayirdiler wezirleri

Kör olasın Gaxûr xwînî

Sana ne etti beşikteki quzuleri

 

(Wan tewzîrên Macîran

Ji hev qetandin wezîran

Kor bûyî Gaxûrê xwînî

Te ra çi kirin berxên dergûşan)

 

9

Begê min begê min mîrê mîran

Ew kilîta heft eşîran

Alşan begê ra dost biskinî dijmin gîriyan

Te ra go mere cîrantîka qanlî (xwînî) Macîran

 

10

Li pişta begê min şûrê Şamê

Gaxûr bumba xwe girt çû ber camê

Heq û Ellah yox (tune) Gaxûr xwînî

Alşan Beg tu sê caran xelas kirî ji êdamê

 

11

Min go begê min rûnişt li heyatê

Ser xwe da berda qordîna seatê

Lilo pismamê xwînî çitan qimîşê bûy

Kî toreya Alşan begê dide caba hikûmatê

 

12

Go begê min rûnişt li tenga dêrî

Di ber piştê da şeyik û hêlî (neynûk, eynik)

Lo tu çitan qimîşi wî pismamî bûyî

Kî tora Alşan begê dide caba qeymeqêm û wêlî

 

 

 

Çavkanî

 

Akyürekli, M. (2016). Koçkıri Kırımı 1920-1921. Tarih Kulübü Yayınları.

Benjamin, W. (1993). Pasajlar (A. Cemal, Wer.). Yapı Kredi Yayınları.

Kendav, A. (2024). Koçgirililer. Gün Yayıncılık.

Propp, V. (1998). Folklor teori ve tarih (N. Hasgül & T. Tanyel, Wer.). Avesta Yayınları.



[1] Di kurmanciya Qoçgîrî de pirjimarî bi du rêyan çêdibe. Yek wekî hemû devokan bi paşgira -ên, -an, ya din bi “di” tê çêkirin; lê ev “di”ya me paşgir e an gihanek e ez nizanim. Çi heye, “di” di rewş û halên xwedîtiyê de tê bikaranîn; du mînak: “Alî hejmara miyan derdixine; Ali hejmara miye’di me derdixîne. Ali kilaman distire; Ali kilamê’di şînê distire.” Min bi dabirê nivîsi lê belkî cuda bê nivîsîn baştir be. Ez baverim zimanzan û zimannasê’di me di rojeke zû de vê meseleyê safî bikin.

 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

Uğurlar ola bacım, Ayşegül İşcan