Kayıtlar

2026 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Xwedê yo!

      Sê, heft, çel!   Tarî li du me Ronî li ber me Mirin ji kezeba jîyanê çav dike   Her heft roj Bi tîrêjek ve girêdayî ne Çel roj e şîn a me Şahîya me tenê gavek!   Ziman hewa bi xwe ye Ax û xwelî xet a min in Bi gîsin, bi tevir, bi bêr  Min mirazê xwe nivîsî. Qeder a xwe. Şîn û şahîya xwe.  Pênûsa min ev gîsin e Ev tevir ev bêr… Tê da hêstîrên bavê min, şîra diya min, hestîyên bapîrên min dirijin.    Dinê kitebek e dive em  ê  bişînin Xwedê!    Xwedê yo!  Tiştên ku te li henîya me nivîsand qet bixwe xwend?