Seba Heskîfê II







Çavên we ronî be ez mirim
Ez pêr mirim, şeva dî dîsa mirim, îro dîsa û sibe…
Sibeya min mirineke pir dirêj e 

Şûna lê megrîn seba Heskîfê
Av berdan û ez xendiqandim
Li ber çavên dinê!

Ez deh hezar salî bûm
Mirina min jî ewê deh hezar salan biçe
Şûna lê megrîn seba Heskîfê

Çavê di we ronî be
Bila yê di min şêlû bimine
Bin tasek ava genî de


----
Şûna lê: Di devoka Qoçgîrî de, bêhûde, beleheq, belesebeb, berheva, bêsebeb…





Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Narin Güran vakası 1:Kuzuların sessizliği, kurtların gürültüsü

Erdal Erzincan'dan razıyım!