Xwedê yo!
Sê, heft, çel!
Tarî li du me
Ronî li ber me
Mirin ji kezeba jîyanê çav dike
Her heft roj
Bi tîrêjek ve girêdayî ne
Çel roj e şîn a me
Şahîya me tenê gavek!
Ziman hewa bi xwe ye
Ax û xwelî xet a min in
Bi gîsin, bi tevir, bi bêr
Min mirazê xwe nivîsî. Qeder a xwe. Şîn û şahîya xwe.
Pênûsa min ev gîsin e
Ev tevir ev bêr… Tê da hêstîrên bavê min, şîra diya min, hestîyên bapîrên min dirijin.
Dinê kitebek e dive em ê bişînin Xwedê!
Xwedê yo!
Tiştên ku te li henîya me nivîsand qet bixwe xwend?
Wekî şathîyeyêkê hatiyê nivîsandin. Dil û dengê te sax be.
YanıtlaSil