18 Ağustos 2017 Cuma

Sala Zelzelê



Hêrsa herdê xew nezanî wê salê. Bişev lerzî biro lerzî.
Hîvek derket hîva tijî. Gayêk qurîya gayê tuneyî.Êzmînê gund û êşîr helweşî.
Duxên tevir û bêran bûn ar wê şevê. Lê disa jî dused sêsed mezel vedan bin hîvê de. Ne Quran ne gîrîn ne şîn. Ne yên kû çûn mirî bûn ne yên kû man zindî.
Hesoyê Lal gava kû pişta wan nîvhîvan hevra li herdê dî, hat zimên û kilama emrê xwe got bi zimanêk nebîhîstî.
Kes newêrî ku navê wan cêwîyan bide zarên wê salê.


0 yorum:

Yorum Gönder