20 Nisan 2017 Perşembe

Destên ku Biharê Tênin


"Rabe, em herin biharê wênin."
Wer digot dapîr, piştî ku bi mist û maç nevîyê xwe heşar kir.
Ji paşilên xwe du pêşkîrên spî derxist, vekir, ji ocaxê du kol xwelî helçand û li ser pêşkîran pêçand. Yêk da nêvîyê xwe, yek dîsa kir paşila xwe.
Nêvîyê wê osîyên wê bitemam girt. Heta ku geştin sînorê zeviye qe deng ji wî derneket. Jixwe bi şaşiyan sêr çiyayan û keviran û daran û rêan û berfa ku hemû bi sîs û spî xemilandîbû kir.
Wekî wî ra gotîbû peşkîr vekir, xwelî weşand li ser berfa zeviyê
Bi xof û coş lê bi rastê rast got: "Rabe here mala xwe lo berfo! Nobeya axê niha ya min e!"
Li rêya vegerîbê dapîrê got: "Kê kû dibe bihar xwe bi xwe tê û tere, ew ne rast e. Zivistan belki bi xwe tê lê bihar bi destên te tê û diçe. Daveta bihar qe hemal meke."

0 yorum:

Yorum Gönder